Şanda Hevbendiya Niştimanî di gel Berpirsiyarên Wezareta Derve ya Siûdî civiya

Şanda Hevbendiya Niştimanî di gel Berpirsiyarên Wezareta Derve ya Siûdî civiya

12:15:58 PM

RojavaNews: Şanda Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê duh Çarşembê 09.08.2017an civîneke kar di gel berpirsiyarên mezin yên wezareta derve ya Siûdiyê li Riyadê li dar xist.

 Di civînê de rewşa siyasî û meydanî û operesiyona lihevkirinê û danûstandinên Cinêvê û rola Desteya Bala di vê warî de û giringiya piştgiriya Erebî û hevrêzkariya navbera hêzên opozisyona Sûrî û rola Hevbendiya Niştimanî wek nûnerê rewa yê miletê Sûrî di serkeftina wê de gengeşe kirin.

birêkarê wezareta derve yê karûbarê siyasî û aborî Adil Sîrac Mirdar tekezî li ser rola Hevbendiyê ya giring kir ji ber ew nûnerîtiya siyasî dike û erkê xizmetan di rêya desthilata demkî re li hindirê Sûriyê dikeve ser milê wê, û ew e ya wê peymanên siyasî pêkbîne eger lihevkirin pêk were  da dest bi qonaxa veguhêz bibe, her weha li ser rola Hevbendiya Niştimanî axivî ko ew yek ji pêkhatiyên sereke ye di desteya siyasî ya bala ya danûstandinan de, û ew ê piştgiriya desteyê bikin û tekezî li ser pêşxistina wê kir, di erkê wê de di birêvebirina operesiyona danûstandinan de li gora daxuyaniya Cinêvê û biryarên Encûmena Ewlekariyê yên têkildar û bi taybetî biryara 2254. û herdu aliyan tekezî li ser hevtekûzkirina rolan di navbera desteya bilind ya danûstandinan û Hevbendiya Niştimanî de kirin.

Û Serokê Hevbendiyê Riyad Sêf li ser rola desthilata demkî û encûmenên xwecihî di aramiya herêmên rizgarî de axivî, her weha rola Hevbendiyê di destpêkirina gotûbêjeke niştimanî ya giştî de û danûstandina bi hemû aliyên civakê û rêkxistinên wê re şirove kir. hem jî pêvajoya danûstandinê û beraberiyên têtin pêşiyê û çawaniya aktîvkirina wê gotûbêj kir.

Di vê mijarê de li ser rola desteya bala û karûbar û berpirsiyariyên wê yên ko wê bi berdewamî di paşerojê de pê rabe û çawaniya xurtkirina wê tako li gora beraberiyên nuha û yên têne texmînkirin be axivî, her weha li ser bizavên desteyê bi hemî pêkhatiyên wê ve ya ku wê civîneke berfireh lidar bixe ji bo plan û karên pêdivî lidijî astengiyan bike.

 

Herdu aliyan tekez kirin ku tiştê bingehîn ji karê vê qonaxê re ew e ku hêviyên miletê Sûrî misoger bibin, û bipêşvebirina rewşê tako dest bi qonaxeke veguhêz ya rastî bikin, tako bigehên pêkanîna rêjîmeke sivîl û dîmoqratî ya piralî ku hevwelatî têde di erk û mafan de wekhev bin, bê ku Esed û simbolên wî têde bin, şanda Hevbendiyê tekez kir ko giring e mirov ji ezmûneyên din bi taybetî ya Tûnis û Yemenê û yên din sûde wergirin, û serkeftina qonaxa veguhêz nabe eger ew sedemên ku hiştin şoreş vêkeve hebin, herweha tekez kir ku miletê Sûrî ew xwedanê berjewendiya bingehîn e bo têkbirina tiroristiyê û gerek ew Sûriyê li ser xakê birêve bibe.

Û got giring e jiyana sivîlên bêguneh bête parastin û divê berdewam piştgiriya wan bibe ji ber ku ew bingehên tevgera sivîl û aştiyane ne.

Hêjayî gotinê ye, serokê desthilata demkî Dr.Cewad Ebû Heteb û serokê şanda danûstandinan Dr. Nesir El-Herîrî û herdu cîgirên serokê Hevbendiyê Ebdulrehman Mistefa û Ebdulbasit Hemo û herdu endamên desteya siyasî Dr. Ehmed Seyid Yûsif û mamoste Hadî El-Behre di şanda Hevbendiya Niştimanî de beşdar bûn, û ji aliyê Siûdî ve şandek ji wezareta derve, hem bêkarê wezareta derve yê karûbarê siyasî û aborî birêz Adil Mirdad û herdu balyoz Seîd Bin Osman Siweyid birêveberê fermanberiya giştî ya dewletên Erebî û mamoste Ehmed El-şêx beşdar bûn.