13:13:46
Rojava News: Hêzên dijbereya Sûrî îro şefaqê, êrîşeke Hêzên Sûriya Demoqratîk li sergundê Able li rojavayê bajarê Babê li gundewarê Helebê yê rojhelat têk bir.
Tevgera Ehrar El-Şam ragihand ku hêzên wê êrîşa HSDê piştî şer û pevçûnên dijwar li dora gund têk birin, bê ku agahiyan li barê ziyanan belav bikin.
Tê zanîn ku hêzên dijbereya Sûrî di destpêka hefteya bûrî de derbasî gundê Tel Cîcan li başûrê Able bûn, piştî operesyoneke berfireh da ku fişarê li ser rikberiyê li gundê Eyn Deqnê sivik bikin.
