Hêzên Rêjîmê li rojhelatê Reqayê pêş dikevin

Hêzên Rêjîmê li rojhelatê Reqayê pêş dikevin

13:55:32

 

Rojava News: Hêzên Rêjîma Sûrî bi alîkariya milîşên bi ser ve, îro sibehê, gundê Şuêb El-Fatim  nêzîkî bajarokê Medan li rojhelatê Reqayê kontrol kir.

Ev yek piştî pevçûnên dijwar di nav hêzên Rêjîmê û çekdarên Daişê de hatin, di dema ku Rêjîmê bargehên Daişê bi topan armenc dikirin, bê ku agahî li barê ziyanan bên.

Di heman demê de dezgehên medayayî yên ser bi Daişê ve ragihandin ku çekdarên Rêxistinê êrîşî xalên Rêjîma Sûrî nêzîkî gundê Remlê li başûrê Reqayê kirin, û di encamê de tankek Rêjîmê wêran bû û hejmareke leşkerên Rêjîmê hatin kuştin û hejmareke birîndar ketin.