li Sûriyê 5 pasterên Îranî hatin kuştin

li Sûriyê 5 pasterên Îranî hatin kuştin

15:48:01

 

Rojava News: Fermandarek jî di navde 5 pasterên Îranê di şerê li Sûriyê de hatin kuştin.

Rayedarên Parêzvanên Şoreşa Îranê duh bi daxuyaniyekê diyarkirin ku Eqîd Murteda Husên ku yek ji fermandarên Feyeleq El-QUdis bu û xebatên şêwirî li Sûriyê pêk tanî hate kuştin.

Di daxuyaniyê de her wiha hate gotin ku di şerê li gelek deverên Sûriyê de bi gistî 4 pasterên din ên Îranê hatin kuştin.

Li gorî hejmartinên ber fermî heta niha 3 hezar leşkerên Îranê ji sala 2012ʹan ve dema destwerdana Îranê di xaka Sûriyê de hatine kuştin.