1:49:39 AM
RojavaNews: Serokê şanda desteya bilind ya danustandinan Nesir El-Herîrî tekez kir ku cêbicêkirina biryarên navdewletî di rêya dabînkirina veguhestina siyasî re temam nabe eger Beşar Esed û desteka wî ji ser desthilatê neçin.
El-Herîrî di çavpêketinekê de ligel rojnameya Elerebî Elcedîd got ku veguhestina siyasî "çênabe ligel hebûna tawankarekî wek Beşar Esed, û dema em bêjin em ketine di qonaxa veguhestina siyasî de, pêwîst e serokê Rijêmê û desteka wê her ji destpêka qonaxa veguhêz de bar bikin".
El-Herîrî got: " dema gelê Sûriyê dest bi şoreşa xwe kir, li benda kesekî nema ku sînoran jê re destnîşan bike, ne bi erênî yan bi nerênî ", û got ku " xelkê Sûriyê nirxekî mezin ji bo armanca xwe dan, û werîsê di navbera gelê Sûriyê û Rijêmê de ji demek dirêj e hatiye birîn, û nabe îro Esed bête pesendkirin, ev dergeh hatiye girtin û nabe goftugo li ser bibe, û gelek sedem hene ku dihêlin em sûr bin li ser çûna wê ".
El-Herîrî dît ku çênabe behsa mijara daraştina girêbesteke civakî ji Sûriyê re bibe bi hebûna tawankarekî berpirs di ber şehîdbûna nîv milyon mirovî de bi kêmayî , û El-Herîrî cext kir ku wê ew yek zehmet be ji aliyê dubare avakirina dezgehên dewletê tevî dezgeha artêş û ewlehiyê û dezgehên xizmetgozariyê.
El-Herîrî diyar kir ku hin piransîpên din hene bi çûna Esed ve têkildar in " wek çaksazkirina damudezgehên leşkerî û dubare damezrandina damudezgehên ewlehiyê û derxistina milîsan, û destdanîna dewletê li ser çekan û damezrandina Sûriyê wek dewletek dîmkoratîk û sivîl li ser bingeha serweriya yasayê".
Serokê şanda danustandinkar ev destnîşankirin wek piransîpên sereke yên opozisyona Sûrî dîtin , her weha dît ku ew bingeh e bo goftugoya bi pilatformên Qahîre û Mosko re.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî
