Rêjîma Sûrî berê xwe da Dêrezorê

Rêjîma Sûrî berê xwe da Dêrezorê

11:57:48

 

Rojava News: Hêzên Rêjîma Sûrî bi alîkariya milîşên biyanî, îro berbangê sibehê, hejmareke xalên leşkerî yên Daişê li bakurê rojhelatê bajarê Suxnê kontrol kirin, piştî şer û pevçûnên giran bi çekdarên Rêxistinê re.

Hate zanîn ku şer û pevçûnên tund di nav herdu aliyan de li dora bajêr digerin, di heman dema ku hêzên Rêjîmê ewlekirina deverê ji mayinên Daişê regihand.

Dezgehên medyayî yên Rêjîmê wêneyên karwanên leşkerî yên Rêjîmê li ser rêya di nav Dêre zorê u Suxnê de belav kirin.

Hêjaye gotinê ku hêzên Rêjîmê hewlên xwe dide da ku ji sê aliyan derbasî bajarê Dêre zorê bibe.