Hûmsê: Artêşa Sûriyeyê kontrola kelha DAIŞê bi dest xist!

Hûmsê: Artêşa Sûriyeyê kontrola kelha DAIŞê bi dest xist!

12:01:30

 

Rojava News: Hate ragihandin ku Artêşa Sûriyeyê kontrola kelaha herî mezin a DAIŞê ya bajarê Hûmsê bi dest xistiye.

Çavkaniyek ji Sputnikê re axivî û diyar kir ku Artêşa Sûriyeyê û hêzên hevalbend bajaroka El Sûhna ya li ser rêya Dêre Zorê ku yek jê kelha DAIŞê ya li bajarê Hûmsê ye bi temamî rizgar kirine.

Çavkaniyê sûrî destnîşan kir ku herêm ji mayinan bê paqijkirin, xebatên lêgerînê dest pê kiriye.

Di rojên borî de Artêşa Sûriyeyê û hêzên hevalbend bajaroka El Sûhnayê xistibûn bin dorpêçiyê.

El Sûhna rêya dawî ya girîng a bajarê Dere Zorê ku dibin dorpêçiya Artêşa Sûriyeyê de ye.