2017-08-12
Rojava News: Serkêşê milîşa El-Heşid El-Şebî Ebû Mehdî El-Muhendis tekez kir ku:" Ne ji Îraqiyên ku li Sûriya şer dikin dê dewleta Sûrî birûxiya û dê Daiş balafir û çekên Rêjîma Sûrî dijî me bikaranîbûna".
Herweha El-Muhendis tekez kir ku wêne û belge li cem wan hene dema ku balafirên Amerîkî li deverên Daişê dadikevin, û amaje bi wê yekê kir ku:" Heşd di Sûriyê de pêşneketiye, û bargehên Daişê di Sûriyê de bi rêya Katyoşa û topan armenc dikin".
Hêjaye gotinê ku hêza " Ketaib Seyid El-Şuheda hevpeymana navwelatî bi toparana bargehên wê li devera Ekaşat li ser sînorê Sûrî-Îraqî bumbebaran kir, lê ya dawî ev yek red kir".