Dîl Bontî: Rûsiya berpirsyaretiya astengkirina Çareseriyê li Sûriyê hildigire

Dîl Bontî: Rûsiya berpirsyaretiya astengkirina Çareseriyê li Sûriyê hildigire

12:08:31 PM

RojavaNews: Lêkolînera navdewletî Dîl Bontî, ya dest ji karê komîta navdewletî ya taybet bi karubarên Sûriyê kişandiye, berpirsiyaretiya astengkirina çareseriyê li Sûriyê xist stûyê Rûsiya de, ji ber bikaranîna wê ya gelek caran ji mafê redkirinê "vîto"re li encûmena asayîşa navdewletî.

Dîl Bontî roja pêncşemê di hevdîtinekê de li gel tora "CNN" got ku Rûsiya berpisyar e di ber astengkirina  karubarên li Sûriyê dibin, û got ku beşek berpirsiyaretî dikeve li ser milê encûmena asayîşê ji ber nexistina fişaran li ser Mosko.

Dîl Bontî da xuyakirin ku, komît û rêxistinên ji bo Sûriyê nikarin pirojeyên xwe bicihbînin, û got: "dema em pirojebiryarên encûmena asayîşê dixwinin em dibînin ku hemû baş in", û weha jî got: "lê birastî rewş berovajî ye û tiştek nabe".

Hêjayê gotinê ku Rûsiya ya hevalbende ligel Rijêma Esed heşt caran li encûmena asayîşa navdewletî "vîto" ji bo pûçkirina her pirojebiryarekê ji bo dadgehkirina berpirsyarên rewşa Sûriyê bikar aniye, û Rûsiya dumahîk car "vîto" bikar anî li nîsana borî bû, dema ku encûmena asayîşê daxwaz ji rijêma Esed kiribû ji bo pêşkêşkirina zanyariyên zêdetir derbarê oparesyonên xwe yên leşkerî yekser piştî kîmyabarankirina Xanşîxon.

Herwiha "Dîl Bontî" pêştir gelek caran daxwaza pêşkêşkirina Beşar Esed bo dadgehê kiribû, eger ew li ser desthilatê jî bimîne, û herwiha Bontî armanckirina karwanên alîkariyên mirovî ji aliyê firokên Rijêmê dîkoment kiribû, û hestê xwe yê bêzariyê nîşan dabû li hember nekarîna dadgehkirina encamderên tawanên şer li Sûriyê.

Hêjayê gotinê ye ku endama komîta navdewletî Karla Dîl Bontî daxwaznameya deskêşana xwe ji karê komîteyê roja yekşema borî pêşkêş kiribû bi sedema "lawaziya" encûmena asayîşê bo dîtina çareseriyekê ji kirîza Sûriyê re û di gotarekê de gotibû: " encûmena asayîşê tiştekî nake, û wê hîç deshilatek nîne", û gotibû "me hîç deshilat nîne û dadwerî di babeta Sûriyê de nîne".

Tê zanîn ku Dîl Bontî ya (70 salî) her ji îlona sala 2012 ve hatibû destnîşankirin di komîta lêkolînên navdewletî de ya taybet bi karubarên Sûriyê, û bi tomarkirina çendîn êrîşên kêmiyayî yên ji aliyê rijêma Esed rabibû, tevî tomarkirina şêwazên dorpêçkirinê û bombebarankirina karwanên alîkariyên navdewletî.