Rûsya: Bajaroka Sûhnayê bi temamî hat kontrolkirin û rêya êrişên li ser Dêra Zorê vekir!

Rûsya: Bajaroka Sûhnayê bi temamî hat kontrolkirin û rêya êrişên li ser Dêra Zorê vekir!

13:52:23

 

Rojava News: Wezareta Parastin a Rûsyayê ragihand ku Artêşa Sûriyeyê bi piştgiriya Hêzên Hewayî ya Rûsî bajaroka El Sûhnayê ya li herêma Hûmsê di saetên sibê de bi tememî ji DAIŞê paqaij kir û bivê yekê şkandina dorpêçiya li ser Dêra Zorê pêkan e.

Wezareta Parastin a Rûsyayê di derbarê mijarê de daxuyaniyeke belav kir û tê de diyar kir ku, "Di encama çalakiya yekîneyên milîsên ku piştgiriya hêzên girêdayî hikûmetê bi piştgiriya Hêzên Hewayî-Fezayî ya Rûsyayê bajaroka el Sûhnayê ku dikeve rojhilatê herêma Hûmsê bi temamî ji DAIŞê rizgar kirin."

Ji aliyê din ve di daxuyaniyê de hat gotin ku, "Bi standina el Sûhnayê rêya şkandina dorpêçiya li ser Dêra Zorê û dest bi êrişan bike yên hêzên hikûmetê vekiriye."