Hemo: Berpirsên Siûdî gotin wê guherînên mezin li Sûriyeyê rû bidin

Hemo: Berpirsên Siûdî gotin wê guherînên mezin li Sûriyeyê rû bidin

13:16:34

 

Rojava News: Cîgirê Serokê Tifaqa Neteweyî ya Sûriyeyê Abdulbasit Hemo piştî civîna Riyadê di axaftina xwe de ragihand ku berpirsên Siûdî gotine wê li Sûriyeyê guherînên mezin rû bidin.

Nûnerên sazî û rêxistinên sûriyeyî li ser vexendina Wezîrê Derve yê Erebîstana Siûdî Adil El Cubeyr ji bo pêşeroja Sûriyeyê li Riyadê civînek li dar xistin.

Cîgirê Serokê Tifaqa Neteweyî ya Sûriyeyê Abdulbasit Hemo ku tevlî civîna Riyadê bûbû di axaftina xwe de got: "Em ti planeke ku Beşar Esad di nav de be qebûl nakin. Ji xwe berpirsên Wezareta Derve yên Erebîstana Siûdî jî ji me re gotin wê li Sûriyeyê di çarçoveya navneteweyî de guherînên mezin û befireh rû bidin."

Abdulbasit Hemo di berdewamiya axaftina xwe de got: "Berpirsên Siûdî ji me re gotin ji bo guherînên berfireh yên pêşerojê li Sûriyeyê divê hûn wek muxalefetê yekdengi bin û ji bo hevdîtinên Cenevê hûn amade bin. Di 15ê Tebaxê de civîneke din ku platformên Kahire û Moskowê jî hatin vexwendin li Riyadê tê lidarxistin.”