13:39:12
Rojava News: Şer û pevçûn di nav hêzên Dijbereya Sûrî û hêzên rejima Sûriyê de li eniyên şerê(Enedan, û Tamûre) li gundewarê Helebê yê bakur derket.
Ji aliyê xwe ve hêzên Rêjîma Sûriyê bi topên giran û avêjerên roketan bajarê Enedan û bajarokê Heyan li bakurê Helebê armenc kirin, û di encamê de ziyanên madî hebûn, bê ku agahî libarê ziyanan bên.
Tê zanîn ku aramiyeke li deverê heye, û bi taybet piştî ku kete nav navçeyên agirbestê yên di encama Estene 4 de hatin destnîşankirin.