Bessam Melik dest ji Hevpeymaniya Niştîmanî kişand û vegeriya Şamê

Bessam Melik dest ji Hevpeymaniya Niştîmanî kişand û vegeriya Şamê

13:45:55

 

Rojava News: Endamê Kiwalîsyona Neteweyî ya Hêzên Şoreşger a dijbereya Sûriyeyê (SMDK) Bessam Melik dest ji kar kişand û ji Tirkiyeyê vegeriya Şamê. Melik dibêjê ‘ ji bo ku Amerîka û welatên kendavê dixwazin Sûriyeyê perçe bikin min dest ji kar kişand.

Bessam Melik di daxuyaniya xwe ya nivîskî de ragihand ku piştî 7 salan ez bi komploya Amerîka, welatên kendavê û rojavayî hisiyam ku dixwazin hem Sûriyeyê û hem jî artêşa ereb wê perçe bikin.

Melik, di destpêka salên 2011an de ku şer li Sûriyeyê dest pê kiribû ji Şamê reviya bû Tirkiyeyê û dezgehekî bi navê Girseya Demokratîk ava kiribû. Bessam Melik berî şer li Şamê niştecih bû û demekê rêvebiriya Odeya Bazirganî ya Şamê jî kiribû.

Heta niha gelek kesên ku di nava dijbereya Sûriyeyê de cih digirtin ji wezîfeyên xwe îdest ji kar kişand û vegeriyane Sûriyeyê.

SMDK wekî rêxistina sereke ya dijbereya sûriyeyê tê dîtin û di sala 2012an de li bajarê Doha yê Qeterê hatibû avakirin.