13:11:17
Rojava News: 1200 hecaciyên Sûrî ji firokxana Xazî Entab gihiştin Erebistana Siûdiyê ji bo ferza Hecê ya sala 2017ê bikin.
Hevrêzkarê ragihandinê yê komîta bala ya Hecê Ebdulrehman Nehlawî di daxuyaniyeke taybet de got, ku du karwanên Hecaciyên Sûrî ji Xazî Entab û Reyhaniyê yên Tirkiyê gihiştin Siûdiyê, û diyar kir ko roja duşembê karwanê sêyem ku hejmara wî 694 hecacî ne wê bigihên.
Elnehlawî bal kêşand ser ku kadirên komîta hecê ya bala pêşwaziya Hecaciyên Sûrî kir û rê li firokxanê ji wan re hêsan kir da bigihên cihê bicîbûna xwe, û li wêde şopandina xizmeta wan di rêya nivîsgeha bijîşkî û olî û birêveberî yên bi ser komîtê ve dibe.
Komîta Hecê ya bala ragihand ku hejmara Hecaciyên Sûrî vê salê dê bigihê 15 hezaran, yên ku wê ji Sûriyê û dewletên derdorê , Misir, Qeter, Îmarat û Kiwêtê bên.
Komît karûbarê Hecaciyên Sûrî ji pênc salan ve bi rêve dibe, û xizmetan ji hecaciyan re pêşkêş dike, ji standina vîza heta gihiştina xaka pîroz, herweha kadirên komîta birêveberî û bijîşkî û yên xizmetkariyê, karûbarên wan birêve dibin heta ku Heca xwe bidawî bikin û bixêr vegerin malên xwe.
