ASA: Me balafira şer ya Sûriyeyê xist!

ASA: Me balafira şer ya Sûriyeyê xist!

21:51:29

 

Rojava News: Komeke girêdayî Artêşa Sûriyeya Azad (ASA) îdia kir ku balafireke şer ji cureya MiGê ya aydî Hêzên Hewayî ya Sûriyeyê xistine.

Serokê koma ku çalakiyên xwe li ser sînorê Urdunê pêk tînin ragihand ku bi balafirşkênê balafira ji cureya MîGê xistine.

Serokê koma girêdayî ASAyê destnîşan kir ku pîlotê balafirê jî dîl girtine û di derbarê naveroka bûyerê de agahiyên berfireh nedan.