Penaberê Sûriyê dixwazin di Cejna Qurbanê de herin welatê xwe!

Penaberê Sûriyê dixwazin di Cejna Qurbanê de herin welatê xwe!

22:59:52

 

Rojava News: Komek ji penaberê Sûri yê ku dixwazin di CejnaQurbanê de li welatê xwe bin, ji Deriyê Sînor ê Oncupinarê yê Tirkiyê derbasî Sûrî bûn.

Beşek ji penaberê Sûriyê yê li Tirkiyê îro danê sibehî berê xwe dane deriyê sînor.

Sûriyeyiyên ku dixwazin di Cejna Qurbanê de li welatê xwe bin, ji ser sîstema rendevuyê ya online qeyda xwe çêdikin û digel ekîbên Midrûriyeta Ewlekariya Bajêr û Fermandariya Cendirmeyê ya Bajêr tên ber deriyê sînor.

Li gorî rayedarên midûriyeta bajêrê Kilîsê yê Îdareya Koçê di wan roja de dibê ku nêzî 3 hezar kes derbasî Sûriyeyê bibin.