Girûpeke Dijberiya Sûriyê firokeyeke Rêjîmê xiste xwar

Girûpeke Dijberiya Sûriyê firokeyeke Rêjîmê xiste xwar

10:49:32 AM

RojavaNews: Duh roja Sêşemê Girûpeke Dijberiya Sûriyê firokeyeke Rêjîmê xiste xwar li Bakurê Sûriyê, li nêzîkî devereke kêm şer ya ku hatî pejrandin piştî rêkeftina agirbesta di navbera Rêjîm û Girûpên çekdar de.

Faris El-mincid berdevkê bi navê “Fesîl Ehmed El-Ebdo “ragihand ku şerkerên wan firokeyeke ji cûra mêg 21 li nêzî Wadî Mehmûd li Parêzgeha Siweyda li bakurê Sûriyê êxistene xwar.

Herweha Almincid diyar kir ku, firokvan li cem waye û ew birîndare , û ew dan ȗ sitandinê bi firokvanê dîlgirtî re li gor piransîpên navdewletî dikin.

Ji aliyê xweve rewangiha Sûriyê ya mafê mirovan tekez kir ku , Girûpa Dijber firokek êxiste xwar û, serokê wê yê birîndar girtin.

Herweha Almincid got ku , girûpa wan topeke dijî firokeyan bi kar anî.

Elmincid diyar kir ku, ewê çerenivîsa firokvan giftûgobikin Piştî ku rewşa wî ya tendurustî başbibe.