Dijbereya Sûriyeyê: Ji bo çareseriya pirsgirêkê em daxwaza Destûra Bingehîn dikin!

Dijbereya Sûriyeyê: Ji bo çareseriya pirsgirêkê em daxwaza Destûra Bingehîn dikin!

12:21:14

 

Rojava News: Koalîsyona Neteweyî ya Hêzên Şoreşger a Dijbereya Sûriyeyê (SMDK) li paytextê Erebîstana Siûdî li Riyadê ji bo çareseriya pirsgirêka Sûriyeyê civîneke berfireh li dar xist.

Cîgirê Serokê SMDKê Abdulrahman Mustafa di wê derbarê de got: "Ji bo çareseriya pirsgirêkan em daxwaza derbasbûna siyasî û Destûra bingehîn dikin."

Di civîna Dijbereya Sûriyeyê ya li Riyadê Serokê SMDKê Riyad Seyf, Cîgirên Serok Abdulrahman Mustafa û Abdulbasit Hemo, Cevad Ebû Xetab, Serokê Heyeta Muzakereyan Nasir El Herîrî, endamên SMDKê Ehmed Seyîd Yusuf û Hadî El Behra û ji aliyê Siûdî jî Cîgirê Wezîr Adil Serrac Miqdad, Serokê Daîreya Welatên Erebî Saîd Bin Osman suveyd û Ehmed El Şêx cih girtin.

Abdulrahman Mustafa di berdewamiya axaftina xwe ya ji bo civînê de got: "Di civînê de rewşa siyasî giştî ya Sûriyeyê hat axaftin. Meha cotmehê li Riyadê wê konferanseke mezin were lidarxistin. Berpirsên Siûdî daxwaza ku ‘bila Esad here' ji me nekirin. Ev îdîa derew in. Ji xwe helwesta SMDKê diyar e."

Mustafa di dirêjiya axaftina xwe de got: "Em wekî SMDKê li dijî terorîzmê ne û ev mijar me di civînê de jî anî ziman. Em dixwazin rojek berî rojekê pirsgirêka Sûriyeyê were çareserkirin. Dîroka civîna Cenev 8ê hê diyar nebûye, lê li gorî pêşbîniyan wê di dawiya vê mehê de were encamdan."