Ragihandina israyîlî:Îran kargeheke mȗşekên dȗr avêj li Sȗriyê avadike.

Ragihandina israyîlî:Îran kargeheke mȗşekên dȗr avêj li Sȗriyê avadike.

23:58:51

08/16/2017

RojavaNews :Li gorî raporteke telvizyonî ya israyîlê ,duh sêşemê 15ê tebaxa 2017 an, "Îranê kargeheke çêkirina mȗşekên dȗr avêj  ,li bakurî  rojavayê Sȗriyê avadike".

Kenala Israyîlî ya didiwan hin wêne di raportê de pêşkêşkir ȗ got ku" setelayteke israylî ew girtiye,cihê wê kargehêli gor  ku dibêje li Bakurî Başȗrê sȗriyê ye,li ser deriya sipî li bajarê banyasê,ȗ got ku wê teqîne li hin avahiyê  karegehê bên e  hilandin" .

Her weha li gorî wê jêderê "ew wêneyên kargeha li bakurî rojavayê Sȗriyê  wekî kargeheke mȗşekan  ku nîzîkî Tehranê hatiye dîtinê ,ȗ ew wek hevin"

 

Serok wezîrê israyilê Netenyaho hevtaya bȗrî hişyarî da ku îran cihê xwe li Sȗriyê dirist dike û di heman demê de berdidin  Da,işê ,ȗ got israyl her gav ȗ her pêşketinek ê dişopîne ȗ ji mafê wê ye li ser her gefekê red bike ,her wiha got siyaseta me aşkere ȗ zelal e ȗ em li dijî destêwerdana leşgerî ya îranê ȗ hevalbendên wê ȗ bi taybet Hizbullah li Sȗriyê ne ȗ em ê her tiştekî bikin da ewlehiya xwe biparêzin.Raportên Emrîkî gotin ku berpirsên Israîylî ȗ Emerîkî yên pile bilind dê li hev bicivin da rewşa Sȗriyê giftigo bikin

Netinyaho bi tundî rexne li rêkevtina newewî kir ku hêzên cîhanî îmze kiribûn û yek ji wan" USA" bi îranê re li sala 2015de bû,  da  bernameya xwe ya newewî kêm bike

.