Rûsya: Pêviste dijbereya Sûrî li himber terorê çalektir be!

Rûsya: Pêviste dijbereya Sûrî li himber terorê çalektir be!

 

 

Rojava News: Wezareta Derve yê Rusya yê di derbarê gera 6an a hevdîtinên Astanayê de got, yekem armanca avakirina herêmên kêmkirina tevlîheviya li Sûriyê, paqijkirina navendên terorê yên li wî welatî ye.

Wezaretê Rusya li ser têkoşîna bênavber a dijî terorê ragihand ku ew hêvî dikin dijbereya Sûriyê ji aliyê leşkerî, siyasî û îdeolojîk ve bi awayekî çalaktir beşdar bibe.

Di daxuyaniyê de behsa xebatên bo avakirina herêma çaremîn a kêmkirina tevlîheviya li Idlibê hat kirin û hat gotin ku dê ew herêma çaremîn rê li ber provokasyonên Fetîh el Şamê (El Nûsraya berê) bigire û bihêle ku xelkê sivîl vegere nav prosesa aştiyê.

Wezareta Derve ya Rûsyayê herwiha daxwaz ji civaka navdewletî û welatên zilhêz jî kir, da piştgiriyê bidin biryarên hevdîtinên Astanayê ku dê ev yek jî bihêle rê li ber vegera koçberên Sûriyê yên li Tirkiye, Urdun û Lubnanê veke.

 

Ş.A