Artêsa Libnanê dest bi operesyonekê li ser sînorê Sûriyê dike

Artêsa Libnanê dest bi operesyonekê li ser sînorê Sûriyê dike

1:16:01 PM

RojavaNews: Jêderên Ewlehî ji Artêsa Libnanê îro berbanga Sibihê ragihandin ku, wan êrîşeke berfereh li ser deverên dibin kontirola DAIŞê de li Qelemon Alxerbî li ser sînorê Sûriyê û Libnanê destpêkir.

Artêşa Libnanê baregihên DAIŞê li Ras Be’lbek bi topên giran bombebaran kirin,herweha  firokeyên Helîkopterê  bi karanîn li gor Ajansa Reuters.

Milîsên Huzbelaha Libnanî bi arîkariya Rêjîma Sûriyê êrîşî deverên dibin kontrola DAIŞê de li ser sînorê bi libnanê ve kirin, û şer û pevçûnên tund di navbera herdû Aliyan de li devera (Xerbet Kemîm, Xerbet Alhemra) çêbûn bê ku tu pêşketinê bi destbixin.

Tê zanîn ku Milîşên Huzbelaha Libnanê gelek dever li Qelemon Alxerbî û Cirod Irsal Kontrol kirin, piştî rêkeftina di navbera Desteya rizgarkirina Şamê û Seraya Ehil Alşam.

A.H