Feylak el Rahman jî tevlî agirbesta li Gutaya Rojhilat bû!

Feylak el Rahman jî tevlî agirbesta li Gutaya Rojhilat bû!

13:49:51

 

Rojava News: Wezareta Parastin a Rûsyayê di daxuyaniya xwe de ragihand ku li Gutaya Rojhilat rêxistina çekdar Feylak el Rahman jî tevlî biryara agirbestê bû.

Wezareta Parastin a Rûsyayê di daxuyaniya xwe de ragihand ku bi saya muzakereyên serkeftî yên komîteya agirbest a Rûsyayê li Gutaya Rojhilat rêxistina çekdar a nerm Feylak el Rahman jî qebûl kir ku tevlî biryara agirbestê bibe.

Nûnerên Wezareta Parastin a Rûsya û rêxistina Feylak el Rahman li Cenevê peymana tevlîbûna agirbestê îmze kirin.

Di berdewamiya daxuyaniyê de hat ragihand ku Feyla el Rahman gotiye ‘em amade ne ji bo diristkirina rewşa însanî gavên erênî bavînin û li hemberî DAIŞ û El Nûsrayê tekoşînê bimeşînin.

 

Ş.A