11:47:54 AM
RojavaNews: Wezîrê derve yê Kazaxistanê dibêje hevdîtinên Estana yê derbarê Sûriyê de, dê nîvê meha Êlonê de wê bêne li darxistin.
Wezîrê derva yê Kazaxistanê ragihand ku, dewletên garantîdar ji bo agirbesta Sûriyê dê hevdîtinekê di dawiya vê mehê de li darbixin , ji bo destnîşankirina dema gotûbêjên Astana û pirograma kar.
Wezîrê derva yê Kazaxistanê Kîrat Abdul Rahmanof ragihand ku, dewletên garantîdar ji bo agirbesta Sûriyê ( Rûsiyê , Îran û Turkiyê) dixwaze civîneke teknîkî li ser asta pisporî li darbixin.
Li gor Rahmanof civîna teknîkî li cehekî ku Dewletên garantîdar destnîşan bikin wê ê li darxistin.
Berdevkê Wezareta Derva yê Îranê Behram Qasmî berî demekî diyar kir bû, ku civîna sereke di dawiya heyva Tebaxê de wê ê li darxistin.
A.H
