10:53:06 AM
RojavaNews: Wezîrê karê derve yê Ferensî Can Êv Lodiryan duh êvarî ragihand ku , çûna serokê Rêjîma Sûrî Beşar El-Esed êdî nema merce bo berdewamiya piroseya siyasî li Sûriyê.
Ev yek di çarçoveya kongireyekî rojnamevanî de bi wezîrê derve yê Rûsî re Sêrgî Lafrov hat ,û got:” Parîs her tekez kiriye ku berdewamiya piroseya veguhestina siyasî li Sûryê ne bi çûna Beşar El-Esed ve girêdaye”.
Li humber vê yeke wezîrê karê derve yê Rûsî Sêrgî Lafrov got:” nîşanên erênî hene bo çareserkirina kirîza Sûriyê.