li Îstenbulê hewldana kuştina derhênerê Sûrî yê dijber Mihemed Bayzîd hatekirin
li Îstenbulê hewldana kuştina derhênerê Sûrî yê dijber Mihemed Bayzîd hatekirin

li Îstenbulê hewldana kuştina derhênerê Sûrî yê dijber Mihemed Bayzîd hatekirin

12:35:13 PM

Duh Êvarî 10ê cotmeha 2017an,li bajarê Îstenbula Tirkiyê , hewldana kuştina Derhênerê Sûrî yê dijberê rêjîma Sûriyê  Mihemed Bayzîd  bi kêrê hatekirin,û ji ber wê li nexweşxaneyekê hate veguheztin.

Li gor ku medyakarê Sûrî ,hevalê bayzîd Selame Ebdo di telefona wî de belavkir û got ku:” hewldana kuştina Derhênerê Sûrî Mihemed Bayzîd  bi kêrê hatekirin,û kêr li sînga wî dabûn .û ji piştê ve derketbû. “

Kesne nîzîkî Bayzîd gotin ku“Bayzîd ji ber bandore birîna xwe ,hate veguhestin ji Nexweşxaneyekê li devera Baxlar Başî re li Îstenbulê,û rewşa wî pir zehmete,jiber ku gelek xwîn ji cane wî hate der. “

Li gor hin jêderan ji Îstenbulê  , “Bayzîd amadebûna destpêkirina fîlmekî li ser zindana Tedmurê ya biser rêjîma Sûriyê ve ,ku bi xirabî û derveyî sînorê mirovatiyî navdare ,û her weha buyerên sala 80yê di sedsalya 20an ya bihûrî li Sûriyê de ,û binçavkiriyê bi zorê ji wê demê ve ,dikir. “

Bayzîd gelek fîlimê derandin ,û hejmare ji wan xelatên Cîhanî bi dest anîn ,jibilî ku wî hejmarek medya karên Sûrî perwerdekirin.

Hewldana kuştina derhênerê Sûrî  yê dijber , di nav zincîreke buyerên bi vî awayî    tê,ku gelek çalakvan û dijber ên rêjîma Sûriyê li Tirkiyê  bûna qurbanî ,di dawiya wan de,çalakvan dijber Irûbe Berekat û keça wê ya medyakar Hele Berkat bû, ku vê dawiyê Polîsên tirkiyê kuştevanê wan girtin.

E.U