Li Sûriyê Hêzên Tirkiyê derbasî Daret Îze bûn li gor lihevhatina Astana
Li Sûriyê Hêzên Tirkiyê derbasî Daret Îze bûn li gor lihevhatina Astana

Li Sûriyê Hêzên Tirkiyê derbasî Daret Îze bûn li gor lihevhatina Astana

1:17:57 AM

RojavaNews: Duh Sibehê, 13yê Cotmehê, Hêzên Tirkiyê bi nêzî 100 leşkerî û 10ê tankan ve derbasî Daret Îze, ya li Bakurê Helebê  bûn.

Jêderekê ji Daret Îze ji RojavaNews re got:" 100 leşkerî, 10 tank ji ji coreyên BRDM, hejmarek Pîk ap, barhilgirên  kelûpelan û xwarina leşkeran ji riya Etme Eqrebat  ta Daret Îze ve, derbas bûn hin xalên ku berê li ser wan li hev hatine, wek ku diyar bû.

Hin jêderean di Opizisyonê de gotin: "Wê hejmareke din ji leşkerên Tirkiyê, berê xwe bide Ҫiyayê Şêx Berekat, ew jî bilindtirîn cih e di parêzgeha Helebê de, û hêzeke din wê berê xwe bide gundekî hevsînor e li gel hêzên "Yekîniyên Parastina GeL YPG" 

Di heman mijarê de, Serokê Tirkiyê Receb Teyib Erdoxan roja Pêncşemê got ku "her tişt li Idlibê wek em dixwazin birêve diçe", û tekez kir ku " îro Tirkiye der bi dorê bajarê Efrînê ku di bin kontrola Kurdan de ye ,li Bakurê Sûriyê , kontrolkirî ye "

 

Erdoxan berdewam kir " em ti şaşîtiya ji Efrînê (Yekîniyên Parastina Gel) YPGê qebûl nakin, û eger pêwîst bibe ,emê li beramberê Efrîn û Minbicê rawestin."

 

 


Media