Balefirên Artêşa Sûrî rojhilatê Dêre Zorê bombebaran dikin.
Balefirên Artêşa Sûrî rojhilatê Dêre Zorê bombebaran dikin.

Balefirên Artêşa Sûrî rojhilatê Dêre Zorê bombebaran dikin.

3:50:57 PM

RojavaNews:Çavkaniyeke xwecihî ji bajarê Dêre Zorê ragihand ku ji serê sibeha îro ve, rojhilatê bajarê Dêre Zorê ketiye ber lêdanên ezmanî û bombebarana balefirên Artêşa Sûrî.

Heman çavknaniyê nîşan bi wê yekê de ku, bajarê Elbûkemal, herwiha gund û bajarokan (Buqrus Foqanî, Buqrus Tehtanî, Muhesen, Elbûlêl) bûne armanca bombebarana balefirên Artêşa Sûrî.

Bi gotina vê çavkaniyê, berdewamiya vê bombebaranê bû sedema wê yekê ku gelek welatiyên sivîl hatin kuştin û birîndar bûn.

Di van çend rojên dawî de, Artêşa Sûrî bi alîkariya hêzên rûsî operasyonên leşkerî li Dêre Zor û derdorê encam dide.