Îranê dest bi leşkerkirina ciwanên Sûriyê dike
Îranê dest bi leşkerkirina ciwanên Sûriyê dike

Îranê dest bi leşkerkirina ciwanên Sûriyê dike

9:41:13 PM

RojavaNews;Hin jêderan ji Opozisyona Sûriyê dane zanîn ku Îran dest bi leşkerkirina ciwanên Sûriyê li Derayê dike, ew jî  di bin navê Lîwaya 313 ku, bi ser pasevanên Îranê ve ye û amaje kirin ku ta niha wê lîwayê kariye 200 ciwanên Derayê li xwe girtine.

Heman jêderan diyar kirin ku proseya tevlîbûnê ya ciwanan ji bo wê rêxistnê li bajarê Izreh û li wê deverê nasnameyên taybet werdigrin ku logoyê logoya pasewanên pasevanên Îranê li ser wan heye da kuderbaskirin di rêbendên rêjîmê de ji bo wan misoger be.