3:41:21 PM
RojavaNews: Buseyna Şaaban ragihandiye ku hikûmeta sûrî rê nade federalîzmê ku li vî welatî pêk bê û di vê derbarê de jî ew nakevin danûstandinan.
Di hevpeyvîneke xwe de, Buseyna Şaaban, şêwirmenda serokê Sûriyê, eşkere kir, ku hikûmeta sûrî Reqayê, ku di destê Hêzên Sûriyeya Demokratîk HSDê de ye, ji dest xwe bernade.
Şêwirmenda Beşar Esed nîşan bi wê yekê da ku di rojên bê de, hêzên Artêşa Sûrî wê berê xwe bidin bajarê Reqayê û wê vî bajarî kontrrol bikin.
Buseyna Şaaban goti ku nabe ti danûstandin li ser parçekirina Sûriyê yan jî li ser , veqetandina beşekî jê, yan jî li ser federalîzmê bê kirin.
Roja 17ê Cotmeha 2017an bajarê Reqayê, piştî 134 rojan ji operasyonan, ji aliyê HSDê ve hate kontrolkirin.
