Rojava News: Wezareta Bergirî ya Amerîka (Pentagon) ragihand ku, wê navê 1200 şervanên dijbereya Sûriyê ya lîberal diyar kiriye, da ku beşdarî proseya perwerdekirin û çekdarkirina şervanên mixalefeta Sûriyê.
Biryare proseya perwerdekirina şervanên dijbereya Sûriyê di meha Adara bê de were destpêkirin, duh 18.02.2015 jî Wezareta Derve ya Amerîka ragihand ku, ew ligel Tirkiye gehiştiye rêkeftinekê ku dê qonaxa yekem ji perwerdeya leşkerî ya şervanên Sûriyê li ser axa Trikiye birêve biçe.
Ev prose dê 3 salan berdewam bike, her sal jî dê 5 hezar şervan werin amadekirin, wate hejmara giştî dê 15 hezar şervan be, mebest ji proseyê jî dê amadekirina şervanên dijbereya Sûriyê ji bo parastina navçeyên di bin kontrola wan de ji êrîşê çekdarên DAIŞê û rejîma Sûriyê jî.
Li gor ku Pentagonê ragihandiye, niha navê 1200 şervanî hatiye diyarkirina da ku tevlî proseya perwerdeyê bibin, di lêkolîn li ser wan navan bê kirin da ku piştire tevlî prosey perwerdeyê bibin, ku birayra di meha Adar bê de destpê bike.
Berpirsekî Amerîkî jî ragihand ku, heta dawiya vê salê dê 3 hezar şervanên dijbereya Sûriyê werin amade kirin, dê ji Tirkiyê jî derbasî Sûriyê bibin.
Çavkaniyên leşkerî yê amerîkî jî ji Reutersê re ragihandin ku, dê otombîlên biçûk ku çekên giran li ser hatine swarkirin, alavên peywendiyê û alavên tekonlojî yên nû pêşkêşî wan şervanan bê kirin.
Ji bilî Tirkiye, her yek ji Erebistana Siûdiyê û Qeterê amadeyiya xwe ji bo hembêzkirina proseya perwerdekirina şervanên dijbereya Sûriyê anîzbûn ziman, Erebistana Siûdiyê jî amadeyiya xwe ji bo alîkarîkrina darayî ji wê proseyê re anîbû ziman.
Li gor ku Artêşa Amerîkayê jî ragihandiye, dê 400 leşkerên amerîkî ji bo erkê perwerdekirina şervanên dijbereya Sûriyê ya lîberal werin şanidn, tevî ku dê çen sed leşkerên din ji bo piştgiriyê werin şandin, hejmar bi tevayî jî dê nêzîk hezar kesî be.
Erkê proseya perwerdekirinê bo Fermandarê Operasyonên Taybet general Michael Nagata hatiye spartin, eger prose jî di Biharê de destpêbike, wê di dawiya sala 2015an de ew şervanên perwerdekirî derbasî nava Sûriyê bibin, li gor ku berpirsên amerîkî ragihandine.
