Elbûkemal di navbera şerê DAIŞ û hikûmetê de maye
Elbûkemal di navbera şerê DAIŞ û hikûmetê de maye

Elbûkemal di navbera şerê DAIŞ û hikûmetê de maye

 2:42:33 PM

RojavaNews:Ajansa fermî ya DAIŞê red kiriye ku Artêşa Sûrî bajarê Elbûkemal kontrol kiribe.

Li gorî ragihandina DAIŞê, Artêşa Sûrî û hêzên alîgirên wê, ev bajar kontrol nekiriye, lê şer û pevçûn di navbera çekdarên wê û hêzên Artêşa Sûrî de, li derdora Elbûkemal berdewam in.

Wezîrê berevaniyê yê Rûsyayê Sêrgî Şwîgio jî ragihandibû ku Artêşa Sûrî binkeyên DAIŞê li Elbûkemalê têk biriye.

Roja Pêncşemê jî Artêşa Sûrî ragihandibû ku hêzên wê, bi alîkariya alîgir û hevpeymanên wê, Elbûkemal kontrol kiriye.

Li gorî zanyariyên belavbûyî hêj çekdarên DAIŞê li nav bajarê Elbûkemal hene û li beramber hêzên hikûmeta sûrî şer dikin.

Roja 17ê Mijdara 2012an bajarê Elbûkemal ji destê hikûmeta sûrî derket.

Roja 27ê Hezîrana 2014an jî kete destê çekdarên DAIŞê.

 


Media