Li Kampa Zeiterî ya 8 hezar jidayikbûyên sûrî hene
Li Kampa Zeiterî ya 8 hezar jidayikbûyên sûrî hene

Li Kampa Zeiterî ya 8 hezar jidayikbûyên sûrî hene

 

 

11:03:00 AM 

RojavaNews:Di nûtirên pêşhate de, Sindoqa Neteweyên Hevgirtî ya Nişteciyan ragihand ku ji sala 2012an ve, 8 hezar jidayikbûyên sûrî li Kampa Zeiterî çêbûne.

Derbarê vê babetê, rêvebera cîbicîkar a  Sindoqa Neteweyên Hevgirtî ya Nişteciyan Natalya Kanim, ragihand ku jidayibûyên sûrî li Kampa Zeiterî ya penaberên sûrî li Urdinê, bi awayekî tendirustî yê baş hatine jiyanê.

Kanim sedema vê rewşê jî vegerande wê yekê ku guhdaneke tundirustî ya baş li wê derê bi daiykên ducanî heye.

Amarên Komisyona Penaberan a ser bi Neteweyên Hevgirtî, diyar dikin ku bêhtir ji 80 hezar penaberên sûrî, li Kampa Zeiterî niştecî bûne. Ew penaber bi sedema rewşa şer ji welatê xwe reviyane.

Ebdulrehman Elemûş, Rêveberê Kampa Zeiterî, bi berevajî amarên Sindoqa Neteweyên Hevgirtî ya Nişteciyan, ragihandiye ku hejmara jidayikbûyan li vê kampê gihiştiye 49 hezaran.

Amarên fermî yên hikûeta Urdinê jî diyar dikin ku vî welatî pêşwaziya bêhtir ji 1.3 milyon penaberên sûrî kiriye, 12% ji wan li kampên sînorî bicih bûne.