Rojava News: Îro hêzên dijbereya Sûriyê li bakurê Helebê gelek navçeyên ku duhî ji dest dabûn, ji hêzên Hikûmeta Sûriyê vegerandin û di şerê duhî û îro de ji herdû aliyan bêtirî 100 kesî hatin kuştin.
Duhî hêzên Hikûmeta Sûriyê bi piştgiriya hêzên Hîzbullah êrîşî hêzên dijbereya Sûriyê li gundewarên Helebê kiribûn û di encamê de rêya gihiştina alîkariyan bo hêzên dijbereyê ku dikeve navbera Heleb û Tirkiyeyê hatibû girtin.
Çalakvanan ragihandin ku îro hêzên dijbereya Sûriyê gundên Retyan û Duwêr Zeytûn careke din kontrol kirin piştî ku duh ji dest dabûn.
Herwiha hat gotin ku ji duhî ve 70 leşkerên Artêşa Sûriyê û 80 şervanên dijbereyê hatine kuştin.
Ji aliyê xwe ve jî Cebheya Şamî jî ragihand ku di şerê kontrolkirina gundên Helebê de 50 leşkerên Artêşa Sûriyê hatin kuştin.
Ev şer di demekê de ye ku şanderê navdewletî bo Sûriyê Staffan De Mistura ragihand ku Şam amade ye operasyonên xwe yên asmanî rawestîne.
