Almanya alîkariyê di rakirin mayinên Reqayê de dike
Almanya alîkariyê di rakirin mayinên Reqayê de dike

Almanya alîkariyê di rakirin mayinên Reqayê de dike

5:54:22 PM

RojavaNews:Almanya 10 milyon euro ji bo rakirina mayinên li nav bajarê Reqayê terxan kirine

Rojnameya almanî ya (Handelsblatt) ragihandiye ku hikûmeta Almanyayê 10 milyon euro weke alîkarî ji bo rakirina mayinên bajarê Reqayê terxan kirine.

Ajansên navdewletî zanyarî ji vê rojnameyê wergirtin ku biryar e hikûmeta Almanyayê îro 17ê Mijdarê ragihîne ku ew dê alîkariya darayî di vî warî de, di çarçoveya rêkeftinê de ligel Amerîka bêhtri bike.

Li gorî vê çavkaniyê Almanya di rêkeftina xwe de ligel Kompanyaya Tetra  ya Teknoloicî wê alîkariyan ji bo rakirina mayinên Reqayê de bike.

Hinek çavdêrên siyasî yên almanî dibînin ku pêwîst e ev alîkarî girêdayî çareyeke siyasî û aramiyê bin li Sûriyê.

Roja 20ê Cotmeha bûrî, Hêzên Sûriyeya Demokratîk HSDê ragihandin ku wan bajarê Reqayê kontrol kiriye, piştî ku ji sala 2014an ve ev bajar li bin kontrol çekdarên DAIŞê bû û ew weke paytexta xilafetê ji xwe re ragihandibûn.

.