Elbûkemal kete bin kontrola rejîma sûrî
Elbûkemal kete bin kontrola rejîma sûrî

Elbûkemal kete bin kontrola rejîma sûrî

11:06:48 PM

RojavaNews:Hêzên artêşa sûrî û milîsên alîgirên wê bajarê Elbûkemal kontrol kir.

Medyaya fermî ya hikûmeta sûrî ragihand ku hêzên artêşa sûrî û milîsên alîgirên wê bajarê Elbûkemal bi tevayî ji destê çekdarên DAIŞê kontrol kir.

Ji aliyê xwe ve DAIŞê behsa vê yekê nekir û ev nûçe red nekir.

Medyaya fermî ya hikûmeta sûrî nîşan bi wê yekê da ku niha tîmên pispor mayin û bombeyên ku DAIŞê li pey xwe hiştine radikin û pûç dikin.

Berî çend rojan medyaya hikûmeta sûrî ragihand ku hêzên wê bajarê Elbûkemal ê ser bi Dêre Zorê kontrol kiriye, lê DAIŞê ev yek red kir û dîmenên çekdarên xwe yên li nav bajar belav kirin.

Kontrolkirina Elbûkemal piştî wê yekê hatiye, ku dîmenên fermandeyê Feyleqa Quds a ser bi Supaya Pasdaran a Îranê Qasim Suleymanî li vî bajarî hatin belavkirin.