Riyad Hicab û 8 berpirsên din ji Desteya Bilind ya Danûstandinan xwe vekişandin
Riyad Hicab û 8 berpirsên din ji Desteya Bilind ya Danûstandinan xwe vekişandin

Riyad Hicab û 8 berpirsên din ji Desteya Bilind ya Danûstandinan xwe vekişandin

8:37:53 AM
  
RojavaNews: Kordînatorê giştî yê Desteya Bilind ya Danûstandinên Sûriyê, Riyad Hicab, roja Duşemê 20ê Mijdara 2017an , di daxuyaniyekê de li ser malpera xwe ya fermî ya Twîterê ragihand ku wî destê xwe ji kar kişand, bê ku sedema vekşandina xwe diyar bike.


Jêderên ji opozisyona sûrî gotin: “ Lîsteyek bi navên berpirsên Desteya Bilind ya Danûstandinan ji Riyad Hicab, Salim el-Mislit, Suhêr el-Etasî,Dr.Ebdulhekîm Beşar,Riyad Neisan Axa, Lîwaa Ebdulezîz el-Şellel, Muqedem Ebo Bekir, Raêd Ebo Usama el-Colanî û Samir Hepoş pêk hatibû.”


Heman jêderê got: “Vekişandina kordînatorê giştî yê Desteya Bilind ya Danûstandinên Sûriyê, Riyad Hicab piştî wê yekê tê ku ew nehatibû vexwendin ji bo kongireya Riyad du ya opozisyona sûrî.”
Hicab di daxûyaniya xwe de got: “Ji destpêka sala 2015an, piştî ez hatim destnîşankirin wek kordînatorê giştî yê Desteya Bilind ya Danûstandinan, me berpirsiyariya doza gelê xwe xiste ser mile xwe, ku gelê Sûriyê li dijî sitemkariyê rabû û em li ser prensîpên şoreşa Sûriyê man di parastina xaka Sûriyê û dezgehên wê û me kar li ser damezrandina systemekê kar kir ku  tê de hemû aliyên Sûriyê beşdar bibin ku bê rola Esed tê de hebe.


Herwiha xwevekişandina Hicab û hin berpirsên din hatibû kirin, ku ji berî civîna berfereh ya opozisyona sûrî li Riyadê derbarê kar li ser dirustkirina şandeke yekbûyî ji opozisyonê re wê li Cenêvê beşdar bibin, ku biryar hatibû standin di 28ê vê mehê de were lidarxistin.

 

Qadî