11:35:05 PM
RojavaNews:Çavkaniyeke xwecihî ji bajarê Efrînê ragihand ku balefirên şer û yên çavdêriyê careke din raserî Efrînê têne difirin.
Vê çavkaniyê nîşan bi wê yekê da ku balefirên şer û yên çavdêriyê raserî nahiyeya Bilbilê ya ser bi navçeya Raco li Herêma Efrînê hatin dîtin.
Li gorî vê çavkaniyê balefirên Tirkiyê bi bi nizmî raserî ezmanê Bilbilê difiriyan û ji aliyê welatiyan ve hatin dîtin.
Doh êvarê jî balefirên çavdêriyê yên Tirkiyê li raserî Herêma Efrînê û Şehbayê difiriiyan û ji aliyê welatiyan ve hatin dîtin.