Platforma Moskoyê nerazîbûna xwe ji çûna Esed diyar kir
Platforma Moskoyê nerazîbûna xwe ji çûna Esed diyar kir

Platforma Moskoyê nerazîbûna xwe ji çûna Esed diyar kir

 

1:03:55 PM

 RojavaNews: Serokê Platforma Moskoyê, di daxuyaniyekê de nerazêbûna  xwe  li ser du xalan di encamnameya Riyad-2 de  diyar kir ku têde tê de çûna Esed di destpêka qonaxa veguhêz de hatiye diyarkirin.

Jêderekê nêzî şanda opozisyonê ji RoavaNews re got ku nûnerê Plarforma Moskoyê di civîna Riyadê de, Elaa Erefat, ku ew wek çavdêr beşdarî civînê bûye, û bi nivîskî nerazîbûna xwe li ser du xalan ji  dawînameya encamnameya kongireyê tomar kir nîşan da, ku duh Pêncşemê  di daxuyniya Platformê de hate belavkirin û tê de çûna Esed bibe mercek e mercek di destpêka qonaxa veguhêz de red kir.   

Navbûrî di daxuyaniyê de li ser xala çûna Beşar Esed di destpêka qonaxa veguhêz de û xala rola Îranê, yek ji dewletên garanter li Astana, ku wê porseya daûstandinê têk bibe,  nerazîbûna xwe tomar kir.    

Daxuyaniyê tekezî kir, ku encamnameya civîna Kongireya Riyadê hatiye belavkirin, nerazîbûna Platforma Moskoyê tê de nehatiye nîşankirin û em bi wê daxuyaniyê nepabendin.