Danûstandinên Cenêvê wê li ser hilbijartinan û destûrê tekez bikin
Danûstandinên Cenêvê wê li ser hilbijartinan û destûrê tekez bikin

Danûstandinên Cenêvê wê li ser hilbijartinan û destûrê tekez bikin

2:06:03 PM

 

RojavaNews: Cîgirê şandiyê navdewletî ji bo Sûriyê Staffan de Mistura Remzî Remzî ragihand, ku helwesta Staffan de Mistura nehatiya guhertin, û 4 selik hene divê danûstandinên Cenêv 8 li ser wan tekez bikin, lê tekezî wê li ser selka 1 û 2 ên taybet bi  hilbijartinan û destûrê bê kirin.

Remzî diyar kir ku proseya siyasî li Sûriyê zehmet e.

Opozisyona Sûriyê heftiya buhûrî li Riyada paytexta Erebistana Siûdiyê  civiya, û şandeke yekbûyî  ji bo danûstandinên Cinêvê ava kir.