1:45:46 PM
RojavaNews: Wezîrê derve yê Amerîka Rex Tillerson duh Sêşemê ragihand, ku danûstandinên aştiyê ji bo Sûriyê li Cenêvê bi serpiriştiya Netewên Yekbûyî ye, û bingeha sereke ye ji bo çareseriya siyasî li Sûriyê, bêyê (bêyî) ku ti rola rêjîma Esed tê de hebe.
Tillerson diyar kir, ku Civaka Navdewletî dixwaze çareseriyekê ji şerê Sûriyê re bibîne, û ev prose bingeha sereke ye ji bo avakirina Sûriyê û cîbicîkirina çareya siyasî, û bi vê yekê ti rola Esed û malbata wî namine.
Duh Sêşemê gereke nû ji danûstandinên aştiyê ji bo Sûriyê li Cenêvê destbê kir bê ku şanda rêjîma Sûriyê amade bibe.
