Li Helebê 32 leşkerên Esed hatin kuştin

Li Helebê 32 leşkerên Esed hatin kuştin

RojavaNews: Di şerê li parêzgeha Helebê de 32 leşkerên Esed û çekdarên alîgirên wê dîl ketine destê hêzên dijbereya de, artêşa Sûriyê jî têkbirina tonêlekê li bajarê Helebê aşkere dike.

Li gor çavkaniyên opozîsyona Sûriyê ku  ew 32 leşker û çekdarên ku îranî jî di nava wan de hene, di şerê li gundê Rityan li nêzîk bajarê Helebê dîl ketine destê çekdarên Cebheya Îslamî de.

Rêxistinên mafên mirovan li Sûriyê jî eşkere dikin ku di şerê li bajarê Helebê û derdora wê de ku ji roja sêşemê ve berdewam dike, heta niha zêdetirî 170 kes ji hêza Esed û hêzên opozîsyonê hatine kuştin.

Her li gor heman rêxistinan, duh hêzên opozîsyonê gundê Herdentîn li nêzîk bajarê Helebê ji destê hêzên artêşê derxistin.