Farȗq El-Şerih ji serokatiya Kongreya Soçî re ji aliyê hin kesayetên dijberiya Sȗriyê ve hate pêşniyarkirin

2:26:31 AM

 RojavaNews :Dijbera sȗrî Semîre El-Mesalime dibêje ku 2 kes ji dijberiya Sȗriyê li pey pêşniyarkirina cîgrê serokê Sȗriyê yê berê Farȗq El-Şerih in, ji bo serokatiya Kongireya Soçî ya li Rȗsiyayê bike.

El-Mesalime di gotareke xwe de di rojnameya El-Heyat ya Londonî de , roja 8ê Berçileya 2017an de got ku , El-Şerih ji aliyê her yekî ji Xalid El-Mehamîd ku niha cîgrê serokê şandeya dijberiya Sȗriyê ye, ȗ Heysem Menah serokê Şepêla “Qemih “ve hatiye destnîşankirin

El-Mesalime diyar kir ku ev pêşinyar ji aliyê herdu dijberan ve , di dema civîna wan de bi cîgrê Wezareta Derve ya Rȗsiyayê Gînadî Gatîlof,ȗ şandiyê wezîrê rȗsî yê lihevhatinan di Rojhilata Navîn de hate kirin.

Li gor zanyariyan zanyariyan,van kesayetên dijberiya Sȗriyê ev yek ji berpirsên rȗsî xwest ,ji ber ku  Farȗq El-Şerih di nav kesayetên welatparêz de tê naskirin ,ȗ ji aliyê beşekî mezin ji Sȗriyên dijber ȗ yên bi desthilatê ve girêdayî tê qebȗlkirin . 

E.U