Kongireya Soçî wê piştî dawiya qonaxa yekem ya Cinêv-8 lidar bikeve
Kongireya Soçî wê piştî dawiya qonaxa yekem ya Cinêv-8 lidar bikeve

Kongireya Soçî wê piştî dawiya qonaxa yekem ya Cinêv-8 lidar bikeve

5:34:47 PM

RojavaNews: jêderekê ji opozisyona Sûriyê got, ku yekeyekê ji aliyê Rûsyayê ve dest bi agehdarkirina tîmên opozisyonê kir, ku  dema  kongireya Soçî ya Diyaloga Niştimanî wê piştî qonaxa yekem ya Cinêv 8 lidar bikeve.

Jêdereke taybet ji nav opozisyona S)ûriyê ji RojavaNews re ragihand: ”Ku gera heştem ji danûstandinên Cinêvê, wê li ser du astan (qonaxan) di çarçoveya lihevkirinan bi Mokoyê re were lidaxistin, ji bo  derfet ji endamên şandê re were vekirin, ku di Kongireya Soçî de beşdar bin, û qonaxa duwem wê 8ê Berçile destpê bike û Kongireya Diyaloga Niştimanî ya ya Sûrî li Sûçî wê di 2ê Sibata de bê lidarxistin”.

Di wê debarê de, rawêjkarê sîyasî yê derve li Kremlinê, Yorî Yoşekof ragihand, ku civîna di navbera serokên Tirkiyê û îÎranê û Rûsyayê de li Soçî wê mijara beşdarbûna nûnerayetiya Patiya Yekîtiya Demokratik PYDê, di Kongireya Diyaloga Niştimanî ya Sûrî de li SSoçî gengeşe bikin.

 Wezîrê derve yê Rûsyayê, Sêrgî Lavrov tekezî li ser beşdarbûna hemû pêkhatên civaka sûrî li Soçî kir, û di kongireyeke rojnamevanî (ya) hevbeş de bi sê wezîrên derve re li Bako mijara beşdarbûna PYDê gengeşe kir.

Beşdabûna PYDê ji aliyê opozisyona Sûriyê û ji hin aliyên cuda yên navdewletî ve tê redkirin û bi taybetî dema nerînên wan derbarê beşdarbûna PYDê di Kongireya Soçî de, ku wê di Sibata bê de bê lidarxistin hate xuyakirin.

Qadî