Berpirsên Desteya Danustandinê: Armanc ji danustandinan cîbicîkirina daxuyaniya Cenêvê û biryara 2254 e

12:33:51 PM

RojavaNews: Endamê Desteya Şanda Danustandinên Opozisyona Sûriyê Hadî Elbehra got ku armanc ji danustandinan cîbicîkirina daxuyaniya Cenêvê û biryara 2254 bi tevayî ye, û got nekarîna NY bo anîna şanda din li ser maseya danustandinên rasterast wê bi awayekî nebaş bandorê li ser proseya siyasî bike.

Ji aliyê xwe ve, endamê Desteya Danustandinê Yûsif Selman da zanîn, ku şanda danustandinê wek tîmeke yekgirtî kar dike, û got: " Tu cudahî di navbera nerînên me de nînin, û nerîn hemû li ser xala cîbicîkirina daxuyaniya Cenêv1, biryara 2254 û biryarên pêwendîdar yek in".

Endamê şandê Fîras Elxalidî, got " Me peyameke zelal daye, ku em nûneratiya vîna gelê Sûriyê dikin, û em berevaniyê di ber prensîpên tevahiya gelê Sûriyê de dikin".