Gera nû ji Astana sibe destpê dike
Gera nû ji Astana sibe destpê dike

Gera nû ji Astana sibe destpê dike

4:35:52 PM

RojavaNews: Nivîsgiha rojnamegeriyê ya wezareta derve ya Kazaxistanî îro Çarşemê ragihand, ku danûstandnên du alî û yên pir alî di nav aliyên beşdar de wê roja Pêncşemê bêne encamdan, û  dema civîna giştî wê roja Înê destpê bike.

Wezareta derve ya Kazaxistanî di daxuyaniya xwe de got, ku şandên dewletên garantor di ber rawestandina şer de, Rûsiya, Tirkiye û Îran gihiştine Astanayê.

Herweha dê nûnerên Netewên Yekbûyî, Urdin û Amerîka weke çavdêr beşdar bibin, tevî opozisyonê û rêjîmê.