Mogrînî: Çarenivîsa penaberên Sȗriyê bi çareseriya siyasî ya li Cenêvê de birêve diçe girêdayî ye
Mogrînî: Çarenivîsa penaberên Sȗriyê bi çareseriya siyasî ya li Cenêvê de birêve diçe girêdayî ye

Mogrînî: Çarenivîsa penaberên Sȗriyê bi çareseriya siyasî ya li Cenêvê de birêve diçe girêdayî ye

5:52:23 AM

RojavaNews :Nȗnera bilind ya siyaseta derve ya Yekîtiya Ewropayê ,Fedrîka Mogrînî ,ragihand ,ku vegera penaberên Sȗriyê bo Sȗriyê , bi çareseriya siyasî ku li Cenêvê  birêve diçe girêdayî ye,ȗ tekezî li ser piştevaniya Broksilê ji bo serxwebȗna Lubnanê ȗ aramiya wê kir.

Mogrînî di kongreyeke rojnamevanî ya hevbeş de, roja Sêşemê 19ê Berçileya 2017an, bi serokwezîrê Lubnanê ,Seid El-Herîrî re ,got:” Yekîtiya Ewropayê hêviya veguhestinê ji asteke din li Sȗriyê dike, li gor çareseriyên siyasî ku divê li Cenêvê  pêk bê,ji bo   plandanîna paşeroja Sȗriyê ȗ avakirina wê destpê bikin. “

Mogrînî berdewam kir:” Di nerîna min de hîn ew dem nehatiye ku penaberên Sȗriyê vegerin,ji ber hîn rewş li Sȗriyê ne aram e ȗ em ê bi Civaka Navdewletî re hevahengiyê ji bo xwe, bikin.

Nȗnera bilind ya siyaseta derve ya Yekîtiya Ewropayê, balkişande ser wê yekê ku ,divê em her Sȗriyekî dereveyî welatê xwe biparêzin ,da hest bi saxî ȗ aramiyê bike.

Her weha Mogrînî destxweşî li vegera serokwezîrê Lubnanê ,Seid El-Herîrî kir ku di karê xwe de berdewam kir.

E,U