8:47:00 AM
RojavaNews: Duh, Pêncşemê 21-12-2017an danûstandnên du alî û yên pir alî di nav aliyên beşdar de li civîna Astana 8 destpê dike, sê şandên ji dewletên garantor di ber rawestandina şer de gihane Astana, û dema civîna giştî wê roja Înê bi beşdarbûna Sataffan de Mistura destpê bike.
Nivîsgeha rojnamegeriyê ya wezareta derve ya Kazaxistanê ragihand, ku wê roja 21 û 22ê vê mehê, danûstandnên du alî û yên pir alî di nav aliyên beşdar de wê îro roja Pêncşemê bêne encamdan, û dema civîna giştî wê roja Înê destpê bike, û bi beşdarbûna Sataffan de Mistura.
Wezareta derve ya Kazaxistanê di daxuyaniya xwe de ragihand, ku şandên dewletên garantor di ber rawestandina şer de, Rûsiya, Tirkiye û Îran û nûnerên Netewên Yekbûyî wê beşdarî civîna Astana bibin, û Urdin û Amerîka weke çavdêr beşdar bibin, tevî opozisyonê û rêjîmê.
Gotebêjê Feyleq el-Rehman ji RojavaNews re ragihand û got: “Nûnerê me beşdarî civînê nabe, lê Feyleq el-Şam û Ehrar el-Şam wê beşdarî civîna Astana bibin, û tişteke balkêş li vê civînê rû da ew jî beşdarbûna doktor Ehmed Tohme li şûna Emîd Ehemd Berî wê başdarî civînê bibe û di bawariya min de guhartineke rastî di riya Astana de dirust dike û riyê li ber kongireya Soçî vedike.”
Berpirsê Ketîbeya Sultan Murad, Ehmed Osman ji RojavaNews re ragihand, ku wê mijara girtiyan û rawestandina şer û dorpêçkirina deveran û gihandina alîkariyên mirovî bo deverên dorpêçkirî werin gengeşekirin.
Herwiha, danûstandinên civîna Astana 7 bo Sûriyê di 31ê meha bihûrî de lidar ket û tekezî li ser yekbûna xaka Sûriyê û dijîtiya terorê û rawestandina şer di deverên kêmbûna asta şer de hate kirin.
Qadî
