Mana Esed mercê Rȗsiya ji opozisyona Sȗriyê re ye ji bo beşdariya kongreya Soşî
Mana Esed mercê Rȗsiya ji opozisyona Sȗriyê re ye ji bo beşdariya  kongreya Soşî

Mana Esed mercê Rȗsiya ji opozisyona Sȗriyê re ye ji bo beşdariya kongreya Soşî

7:03:35 AM

RojavaNews :Wezareta derve ya Rȗsiyayê ,berdewamiya amadekirina xwe derbarê lîsteya aliyên beşdar di kongireya Diyaloga) Niştimanî ya Sȗriyê de,ku li Soşî di dawiya meha bê de wê destpê bibe, tekez kir.

Li gor jêderên Rȗsî:”Wezareta derve ya Rȗsiyayê ,beşdariya opozisyona Sȗriyê di vê kongireyê de ,bi binpîkirina  opozisyonê derdarê mercê çûna serokê rêjîma Sȗriyê Beşar El-Esed ji desthilatê, girêda, ȗ got ku ,Rȗsiya qebȗl nake ,Soşî ,bi be qada hildana van daxwazî ȗ siloganan,ji ber ev yek di wateya ku Opozisyon berdewamiya şer dixwaze.

Wezareta derve ya Rȗsiyayê,roja Şemiyê ragihand ,ku wê şandiyê navdewletî Staffan de Mistura vexwendî kongreyê bike.

Her weha berdewam kir:” derfet wê ji Amerîkayê re hebe ku wek çavdêrekê amade bibe,eger bixwaze,wek ku wê dewletên garentîdar wê di kongireyê Soşî de wek çavdêran beşdar bibin.

Berpirsê ragihandina Opozisyona Sȗriyê, Ehmed Remedan ,bersiva Rȗsiyê da ȗ got:”Tiştên ku Rȗsiya dixwaze li ser me bisepîne,debe kelemek li hember Sȗriyan ȗ hemi Cîhanê .”

Remedan berdewam kir:” Nabe ku Rȗsiya li ser pişta Miletê Sȗriyê ȗ Civaka Navdewletî berjewendiyên xwe birêve bibe,ȗ kirîn ȗ firoştinê bi me bike .”

Şandiyê teybet yê serokê rȗsiyê ji bo Sȗryê ,Alêksander Lavrêntîv,roja Şemiyê ragihnd bȗ,Kongreya Soşî wê 1500 kesî lixwe bigre,ȗ wê guhertinan di destȗra Sȗriyê de ,bi Serpiriştiyke Cîhanî were kirin.”

Lavrêntîv destnîşan kir:”Mosko dixwaze hemî aliyên Sȗrî li kongreya Soşî beşdar bike.  “

Lavrêntîv eşkere kir:”Tirkiyê na xwaze  hin kesayetên ku wan tumetbar dike bi pêwendiyan bi PYDê re ,beşdar bibin.“