Mosko ne razî ye ji hebûna leşkerên Amerîkayê li ser xaka Sûriyê
Mosko ne razî ye ji hebûna leşkerên Amerîkayê  li ser xaka Sûriyê

Mosko ne razî ye ji hebûna leşkerên Amerîkayê li ser xaka Sûriyê

 

9:12:04 PM

RojavaNews: Wezîrê derve yê Rûsyayê, Sêrgî Lavrov helwêsta dewleta xwe nû kir, ku Mosko ne razî ye ji hebûna leşkerên Amerîkayê li ser xaka Sûriyê, û bi gotina wî hebûna wan jî ne yasayî ye û keleman dixin pêş çareseriya krîza siyasî ya Sûriyê.    

Îro, Duşemê, Lavrov tekezî li ser gotina xwe ligel Ajansa Novostî ya Rûsî  kir, ku Mosko berdewam e di alîkariyên xwe de ji bo ku rewşa Sûriyê baş bibe, û gelek caran aliyê rûsî Amerîka agahdar kiriye, ku çalakiyên Amerîkayê li ser xaka Sûriyê ne yasayî  ne ji aliyê yasaya navdewletî ve, û bi çi awayî rêjîma Sûriyê naxweze hebûna leşkerên Amerîkayê li Sûriyê piştî tinebûna DAÎŞê berdewam be. 

Lavrov destnîşan kir, ku di dxuyaniyeke hevbeş de, navbera serokê rûsî, Pûtîn û yê Amerîkayê, Trump li bajarê Danangê li Viyetnamê, tekezî li ser yekbûna serweriya Sûriyê û li ser sîstema dewleta Sûriyê ya siyasî hate kirin.

Tê zanîn, ku herdu dewlet hevdu tometbar dikin derbarê habûna hêzên wan li ser xaka Sûriyê, û her yek ji wan ya din,  bi binpêkirina mafên mirovan û bombebaranên welatiyên sivîl li deverên şer tometbar dik.

Qadî