Hin grûpên çekdar yên Sûriyê Kongireya Diyaloga Niştimanî ya Sûrî red dikin
Hin grûpên çekdar yên Sûriyê Kongireya Diyaloga Niştimanî ya Sûrî red dikin

Hin grûpên çekdar yên Sûriyê Kongireya Diyaloga Niştimanî ya Sûrî red dikin

9:01:27 AM

RojavaNews: Roja Duşemê, hin grûpên çekdar yên sûrî ragihandin, ku ew beşdarî Kongireya Diyaloga Niştimanî ya Sûrî nabin, ku wê di meha bê de li Soçî were lidarxistin, û wan Mosko tometbar kir bi destêwerdana di biryarên Cenêvê de ku derbarê çareseriya krîza Sûriyê ne û bi taybetî biryara 2254. 

Li gorî daxuyaniyê, 40 grûpên opozisyonê û di nava wan de hin grûpên çekadar yên li gerên berê di danûstandinên Cenêvê de beşdar bûne, ku Mosko guşarê li ser rêjîma Sûriyê nake bi pejirandina biryarên Navneteweyî ji bo gihîştina çareseriyeke siyasî ku tê de êşên gelê Sûriyê bidawî bibin.

Daxuyaniyê got, ku Rûsya ti alikarî di kêmkirina êşên miletê sûrî de, nekiriye, ji ber ku ew dewleteke garantor e li ser riya  çareserkirina şerê li Sûriyê.  

Weke di daxuyaniyê de hatiye, ku Rûsya dewleteke tawanbar e, û tawanên cengê li dijî gelê Sûriyê kirine, di dirêjahiya heft salan de Mosko piştevaniya leşkerî bo rêjîma Sûriyê kiriye, ku Neteweyên Yekgirtî nikare rêjîma Beşar Esed tewambar bike ji ber bikaranîna vîtoyê. 

Tê zanîn, ku Rûsya û Tirkiyê û Îranê di heftiya bihûrî de li Astana li hev kirin, ku Kongireya Diyaloga Niştimanî ya sûrî wê li Soçî were lidarxistin, û hin grûpên opozisyonê biryarên xwe nedane ku ew dê li kongireya Sûçî beşdar bibin.

Qadî